Kobaniyan sersaxî da malbata şehîd Fuad Xelîl

Gelê Kobanê sersaxî da malbata şehîd Fuad Xelîl. Şehîd Fuad Xelîl pêncşemê şehîd bûbû.

Kobaniyan sersaxî da malbata şehîd Fuad Xelîl
14 gulan, 2023   15:35
KOBANÊ

Gelê Kobanê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên herêma Firatê ji Qada Şehîd Egîd a Kobanê ber bi taxên başûrê bajêr ve ketin rê. Li taxên başûrê konê sersaxiyê yê şehîd Fuad Xelîl hate vedan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê konê sersaxiyê veda. Li bin konê sersaxiyê hevserokê Akademiya Şehîd Amgîhan Cûdî ya Herêma Firatê Silêman Silêman axivî.

Silêman wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker şerekî hov li dijî me dimeşîne, ne biçûk ne jî mezinan ji hev cuda dike. Di êrişên dagirkeriyê de zarokan jiyana xwe û lingehên xwe ji dest da. Ji lew re divê em ji planên qirkirina me, hişyar bin."

Silêman wiha domand. "Dewleta Tirk a dagirker ji damezrandina xwe ve qirkirina gelên li azadiya xwe digerin, raxistiye pêş çavên xwe. Lê dem hatiye ku em li hember van êrişan bibin yek."

Merasîm bi diruşmên şehîd namirin bi dawî bûn.

(fr)

ANHA