​​​​​​​Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê diyar dibin

Lijneya Bilind a Hilbijjartinan qedexeya li ser weşana têkildarî encamên hilbijartinan rakir û encamên destpêkê yên ne fermî eşkere dibin. 

​​​​​​​Encamên hilbijartinên Tirkiyeyê diyar dibin
14 gulan, 2023   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê têkildarî hilbijartinan qedexeya weşanê rakir.

Serokê lijneyê Ahmet Yener daxuyanî da û diyar kir ku ji saet 18.30'an bi şûn ve qedexeya weşanê hatiye rakirin. Yener da zanîn ku ew ê di encamên derbasdar ji raya giştî re parve bikin.

Li gorî encamên destpêkê li bajarên Bakurê Kurdistanê desteka ji namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu re zêde ye.

Der barê encamên hilbijartinên parlamentoyê de jî heta niha encam xuya nebûne.