Xwendekarên Efrîn li Şehbayê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Xwendekarên Efrîn li kantona Şehbayê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û teqezî bi pêwîstiya parastina zimên kir.

Xwendekarên Efrîn li Şehbayê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
14 gulan, 2023   14:07
ŞEHBA

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê li qada Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê şahiyek li dar xisy. Di şahiyê de xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehî, mamosteyên dibistana kampê beşdar bûn.

Endama rêveberiya Kampa Berxwedan Zaxo Hisên axivî û ev roj li her kesî pîroz kir.

Zaxo destnîşan kir ku divê zimanê zikmakî ji êrişên hêzên mêtinger û dagirkerên Kurdistanê were parastin.

Dûre gelek komên dibistana Kampa Berxwedan stran û govend pêşandan.

(dm/şx)

ANHA