​​​​​​​Çete ji bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kirin

Hat ragihadin ku dewleta Tirk a dagirker gelek çeteyên ku beriya niha ji wan re nasname hatine derxistin, bi armanca dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kirine.

​​​​​​​Çete ji bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kirin
14 gulan, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, çeteyên berpirsên gelek komikên girêdayî koma bi navê Ceyş El-Wetenî yên li Ezaz û Efrînê ji dengdayînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.

Çavkaniyan ragihandin ku ji van çeteyan re beriya niha nasname hatine derxistin, mafê dengdayîna di hilbijartinan de hatiye dayîn û 12’yê Gulanê (2023) jî derbasî aliyê Tirkiyeyê hatine kirin.

 Çavkaniyan diyar kirin ev çete ji bo ku dengên xwe bidin Erdogan di deriyê sînor ê Hemamê yê li navçeya Cindirêsa Efrînê, deriye Bab El-Selam û deriye Hiwar Killês ên li Ezazê re hatine derbaskirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan navên çeteyên hatine derbaskirin û komên wan wiha ne:

1-Fehîm Îsa: Berpirsê koma Sûltan Mûrad

2-Ma'etez Rislan: Berpirsê Cêş El-Nexbê

3-Ebo Elî Sico: Berpirsê Cebhe El-Şemiyê

4-Ebo Hatêm El-Şeqra: Berpirsê Ehrar El-Şerqiyê

5-Mûstafa Sêcerî: Berpirsê Ofîsa Siyasî ya koma  Firqt El-Mû'itasêm

6-Sêf Ebo Bekir: Berpirsê Firqet Hemzê

7-Yesêr Ebidilrehîm: Berpirsê Feyleq El-Mecid

8- Mihemed Casêm Ebo Amşa: Berpirsê Lîwae Silêman Şah

9-Ehmed Hemadê: Berpirsyarê wezareta parastinê ya hikûmeta demkî ya Suriyê ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digire.

(a)

ANHA