Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Yekitiya Mamosteyan a Efrîn û Şehbayê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd û hezkiriyên zimanê kurdî pîroz kir û bang li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bînin.

Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
14 gulan, 2023   12:04
ŞEHBA

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Mamosteyan li qada Dibistana Şehîd Egîd Cîlo ya navçeya Ehdasê hat xwend.

Endama Yekitiya Mamosteyan a Kantona Efrîn û Şehbayê  Rojîn Cuma daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi siyasetên înkarkirina, çewisandin, qirkirina çandî û qedexekirina ziman ku di dîrokê de li ser gelê Kurd hatin meşandin, hatin kirin. Her wiha behsa rola dîroka ya Kovara Hawar di pêşxistina zimanê kurdî û teşhîrkirina van siyasetan de hatin kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Bi destpêka Şoreşa 19 ' ê Tîrmehê re, gelê Kurd xwe di hemû qadên civakî de bi rêxistin kir, sazî, meclis û komîn ava kirin. Şoreşa zimanê kurdî di nava van saziyên civakî de bingehek bû. Wekî tê zanîn, di minhacên seretayî, navîn, amadehî, peymangeh û perwerdeyên bilind de perwerde bi zimanên kurdî, erebî, ermenî û asurî tên dayîn, her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne."

Mamosteyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku destkefiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser asta perwerde û fêrkirinê hêz û nasnameya xwe û elaqeya xwe ya bi parastina ziman nîşan da û hate gotin: "Dewleta Tirk ji vê pêşketinê bifikar bû, li ser vê yekê êriş li ser şêniyên herêmê dan destpêkirin, xelkê Efrînê koçber kir, bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê bêpar hişt. Piştî dagirkirina Efrînê jî gelek sûc li dijî sivîlan kir."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku dewleta Tirk a dagirker dibistan veguherandin baregehên leşkerî, navendên girtin û îşkencekirin û hinek din jî kirin navendên perwerdekirina li ser ola tundaw.

Yekitiya Mamosteyan a Kantona Efrîn û Şehbayê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd û hezkiriyên zimanê kurdî pîroz kir û bang li civata navneteweyî, cîhan, rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Mafên Zarokan (UNICEF) kirin û got: "Ji bo parastina zarokan, bi taybetî zarokên Efrînê yên koçber bûne, helwesteke exlaqî li dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan bide, da ku zarok û xwendekarên vegerin xaka xwe û perwerdeyê bi zimanê dayikê bibînin, divê zextên li ser zimanê me werin rakirin."

(bb)

ANHA