​​​​​​​Ji ser sindoqan peyama 'îro dê bibe cejna demokrasî û azadiyê'

Di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, siyasetmedar û namzetên parlamenteriyê piştî ku dengê xwe avêtin, peyam dan. Di peyaman de bang li her kesê hat kirin ku xwedî li dengên xwe û sindoqan derkevin.

​​​​​​​Ji ser sindoqan peyama 'îro dê bibe cejna demokrasî û azadiyê'
14 gulan, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakurê Kuristanê û Tirkiyeyê îro saet di 08:00`ê sibehê de dengdana ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên heyama 28'an dest pê kir. Dengdan dê seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00'an de bi dawî bibe.

Ji saetên serê sibehê de gelek siyasetmedar, namzet û kesayetên bi bandor jî çûn ser sindoqan, dengê xwe bi kar anîn û ji navendên dengdanê peyam dan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li taxa Misûriyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê dengên xwe dan.

Ahmet Turk piştî dengê xwe da wiha got: “Bila ev hilbijartin bibe destpêka heyamek nû.”

Aydenîz jî piştî dengê xwe bikar anî wiha axivî: “Ez bi hêvî me wê ev hilbijartin bibe destpêka heyamek ku edalet bicih were, dayik negirîn û siberojek azad û aştî ji bo dayikan temîn bikin. Em ji bo demokrasî were welat dengên xwe bikar tînin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya Enqereyê dengê xwe da. Sancar, piştî dengê xwe bi kar anî, ev peyam da: “Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo cîhanê girîng in. Tirkiye dê bi vîna gel û hilbijartinê rê li ber rêveberiyeke otorîter bigire û bi vê yekê re jî ji bo welatên din bibe mînak. Ez careke din bang li her kesî dikim ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Xwedîderketina li sindoqan berpirsyartiya me tevan e.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk li Lîseya Anadolû ya Bagcilarê ya li navçeya Rezana Amedê dengê xwe da.

Ozturk ev bang li ciwanan kir: “Banga me li hevalên me û ciwanan e. Em xwedî li dengên xwe û sindoqên xwe derbikevin. Em nehêlin ku pisîkên derdorên me bikevin trafoyan. Tenê dengdayîn na, em xwedî li dengên xwe jî derkevin. Serkeftin a me û gelê me ye.”

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek jî li Dibistana Amadehî ya Suleyman Şah a li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê dengê xwe da û wiha got: “Îro dê bibe cejna demokrasî û azadiyê.”

Alî Riza Arslan ê ku lawê wî Hakan Arslan di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûra Amedê di navbera salên 2015-2016’an de jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên lawê wî piştî 7 salan di kîsekî de radestî wî kiribûn, li gundê Çawûşê yê bi ser navçeya Qereyaziya Erziromê ve dengê xwe bikar anî.

Arslan piştî dengê xwe da, got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û dengê xwe bikar bîne. Pêwîste êdî em ji vê zilmê xelas bibin. Divê gelê me bi vê hişmendiyê dengên xwe bikar bînin. Em dixwazin gelê me dengên xwe bidin xwe.”

(c)