​​​​​​​Rewşa birîndarên topbarana Til Leben çi ye?

Li gorî kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê, rewşa kesên ku di encama topbaranên dewleta Tirk li dijî gundê Til El Leben de birîndar bûne, baş bûye.

​​​​​​​Rewşa birîndarên topbarana Til Leben çi ye?
​​​​​​​Rewşa birîndarên topbarana Til Leben çi ye?
​​​​​​​Rewşa birîndarên topbarana Til Leben çi ye?
​​​​​​​Rewşa birîndarên topbarana Til Leben çi ye?
11 gulan, 2023   15:11
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker seat di 10:00'an de navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir. Topbaran herî zêde li ser gundê Til El Leben bû. 

Di encama topbaranên dewleta Tirk de, welatiyê bi navê Mihemed Ebdulfetah Hesîno (38) jiyana xwe ji dest da û 4 welatiyên din ên bi navê Xalis Hecî Hozeyfa (35), Ebdullah Izedîn Ilêwî (27), Ibrahîm Mihemed Keraf (38) û Hafiz Mihemed Geraf (27) birîndar bûn.

Li gorî kadryoa tenduristiyê ya ku birîndar derman dike,  Xalis Hozeyfa ji lingê xwe de,  Ebdullah Ilêwî ji bedenê xwe de birîndar bûne û Ibrahîm Mihemed Geraf dj piştê xwe de birîndar bû û dê niştergeriyê jê re çêbikin.

Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku welatiyê bi navê Hafiz Mihemed Geraf piştî ku rewşa wî aram bû, ji nexweşxaneyê derket.

 (dm/şx)

ANHA