Piştî 2 sûcên tecawizkirinê: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker keçeke efrînî revand

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker keçeke ciwan revand, piştî ku malbata wê qebûl nekir wê bi çeteyekî re bizewcînin.

Piştî 2 sûcên tecawizkirinê: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker keçeke efrînî revand
11 gulan, 2023   14:15
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ji ajansa me re da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker keça bi navê Ruqeye Feysel a ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê, li taxa Zêdiyê ya navenda bajarê Efrînê revand.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku ji ber ku malbata wê razî nebû wê bi çeteyekî dewleta Tirk a dagirker re bizewicînin, çeteyan Ruqeya revand û heta niha jî çarenûsa wê nediyar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî vê bûyerê, di kêmtirî hefteyekê de 2 zarokên 10 salî û 14 salî ji aliyê serçeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tecawîz li wan hat kirin.

(mh/şx)

ANHA