​​​​​​​Kiralê Erebistana Siûdî Esed ji bo lûtkeya Erebî vexwend

Kiralê Erebistana Siûdî, Beşar Esed vexwend ji bo ku tev li civîna bê ya Komkara Erebî bibe.

​​​​​​​Kiralê Erebistana Siûdî Esed ji bo lûtkeya Erebî vexwend
10 gulan, 2023   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya girêdayî hikumeta Şamê da zanîn ku kiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz, Beşar Esed vexsend ji bo ku tev li civîna Komkara Erebî bibe.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî duh destnîşan kiribû ku Erebistana Siûdî dê xebatên xwe yên dîplomasî li Sûriyeyê bidomîne piştî ku nêzî 10 salan rawestandibû.

Her wiha, çavkaniyekî Wezareta Derve ya hikumeta Şamê piştrast kir ku Sûriye jî xebatên xwe yên dîplomasî li Erebistana Siûdî domandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lûtkeya dawîn a ku Beşar Esed tê de beşdar bûye li bajarê Sert ê Lîbyayê di 27'ê Adara 2010'an de bû.

(mh/şx)