Şêniyên Dêrazorê soza domandina têkoşînê nû kir

Şêniyên Dêrazorê soz da Rêber Abdullah Ocalan ku têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û serkeftina projeya neteweya demokratîk bidomînin.

Şêniyên Dêrazorê soza domandina têkoşînê nû kir
Şêniyên Dêrazorê soza domandina têkoşînê nû kir
Şêniyên Dêrazorê soza domandina têkoşînê nû kir
Şêniyên Dêrazorê soza domandina têkoşînê nû kir
Şêniyên Dêrazorê soza domandina têkoşînê nû kir
10 gulan, 2023   14:35
DÊRAZOR

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê bi xwepêşandanekê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Di xwepêşandanê de bi sedan şênî, endamên saziyên civaka sivîl û Meclisa Sivîl a Dêrazorê beşdar bûn.

Xwepêşandana bi dirûşma "Bi rihê apoyî xwe nû bikin û cenga azadiyê bi ser bixin" ji pêşiya nexweşxaneya giştî ya Hecîn dest pê kir û ber bi qada Meclisa Herêma Rojhilat ve bi rê ket.

Li wir, hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Siûd El Mihêmîd daxuyaniyek xwend, tê de bang li hemû sazî û meclisên xwecih, nivîsgehên rêveberiya herêma rojhilat, rûspî û ciwanên herêmê û rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

El Mihêmîd destnîşan kir ku tecrîd sûcekî dermirovî û li dijî pîvanên navneteweyî ye her wiha ew komployeke li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi giştî ye.

Piştre, endamê Meclisa Ciwanan a bajarokê Hecîn Xenam El Niêr bi navê meclisê nerazîbûna xwe li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û got: "Îradeya gel û ya ciwanan dê teqez bi ser bikeve û tecrîdê têk bibe."

Xenam soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Xwepêşandan bi siloganên "Bi can bi xwîn bi te re ne Serok" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA