Beşdarên mîtînga li Qamişloyê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misogeriya aramiyê ye

Pêkhateyên herêma Cizîrê yên beşdarî mîtîngê bûne, diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya aramiya herêmê ye. Her wiha bang li gelê Bakur jî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

10 gulan, 2023   11:36
QAMIŞLO

Îro li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê de, mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye” hat organîzekirin.

Ji saetên serê sibehê de girseyên gel ji herêmên Beravê, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Holê, Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê berê xwe da Qamişloyê da ku beşdarî mîtîngê bibin.

Li qada mîtîngê bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan û Ermen kom bûn û dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Di mîtîngê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê, gelê Bakurê Kurdistanê û endamên Partiya Çepên Kesk silav kirin.

Asya Ebdullah diyar kir ku 25 sal e Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got: “Rêber Ocalan 25 sal e li dijî faşîzm û siyasetên dagirkeran, hêzên herêmî û bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên li djiî gelê Kurd û gelên Kurdistanê, li ber xwe dide.”

Asyayê anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo nirxên gelên Kurdistanê, azadiya jinan, aştî û aramiyê li seranserê herêmê tê dikoşe û got: “Rêber Abdullah Ocalan bi felsefe û zanista neteweya demokratîk ji bo çareserkirina doza kurdî û aloziyên li herêmê projeya aştiyê pêşkêş kiriye. Berxwedaneke dîrokî tê raberkirin, navenda wê jî Îmralî ye.”

Asya Ebdullah bal kişand ser têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê û wiha dom kir: “Ev têkoşîn 50 sal e li hember hemû rengên faşîzm û çekên qedexekirî dewam dike. Tê de fedakariyên mezin hatin dayîn.”

‘AŞTÎ Û DEMOKRASÎ DI XETEREYÊ DE YE’

Asya Ebdullah destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya aramiya herêmê ye û wiha pê de çû: “Bi berdewamkirina tecrîda girankirî re, aştî, demokrasî û aramiya herêmê dikeve xetereya daîm û siyasetên qirkirinê yên bi serkêşiya AKP`ê dê dewam bikin. Îro tevahî gel bi hêvî ne ku di 14`ê Gulanê de dawî li dagirkeriyê bê anîn. Gel ji bo tunekirina faşîzmê tê dikoşe. Ji lew re, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya demokrasiya Tirkiyeyê û çareserkirina doza kurdî ye.”

Asya diyar kir ku li hember tecrîd û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û bêdengiya CPT`yê, divê çalakiyên li qadan dewam bikin û dayik, jin, ciwan û hêzên demokratîk ên cîhanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan qîr bikin û got: “Helwesta me li dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, têkoşîna serdemê ya ji bo mirovahiyê, azadiya jinan, parastina nirxên gelê Kurdistanê ye. Em ê bi vê hêviyê têkoşîna xwe li hemû qadan bidomînin.”

Asya Ebdulllah piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk jî nîşan da û got: “Em berxwdana gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ji bo demokrasiyê, li dijî faşîzmê, kuştina jinan, şer û siyasetên îşkence û binçavkirinê silav dikin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Em namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk silav dikin. Baweriya me heye ku dengên gelê Bakur û Tirkiyeyê dê dawiya faşîzmê bînin.”

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî axivî û got: “Li ser dîlgirtin û ragirtina Rêber Abdullah Ocala ê xwediyê fikra demokratîk ji hemû pêkhateyan re, nîv sedsal derbas dibe. Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Em îro li vir bi hev re ji bo biratiya gelan tê dikoşin. Em bi saya fikrên Rêber Ocalan gihaştin vê astê.”

Hebîb têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê jî ev peyam da hêzên demokratîk ên li Bakur û Tirkiyeyê: “Di vê pêvajoya dîrokî de, pêkanîna guhertinê û bidawîkirina zilmê berpirsyariya we ye.”

Mîtîng bi strana “Deng Bidin” a ku Hunergeha Welat ji bo piştevaniya Partiya Çepên Kesk derxistibû û stranên hunermend Danîş Botan, Baran Dilbihar û Koma Cûdî bi dawî bû.

(c)

ANHA