Jinên ciwan bi meşekê sûcê tecawizkirina zarokekê şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi meşekê tecawizkirina zaroka 10 salî li Efrînê, şermezar kir û wek berdewama sûcên dagirkeran ên ji dema dagirkirina Efrînê ve, bi nav kir.

Jinên ciwan bi meşekê sûcê tecawizkirina zarokekê şermezar kir
Jinên ciwan bi meşekê sûcê tecawizkirina zarokekê şermezar kir
Jinên ciwan bi meşekê sûcê tecawizkirina zarokekê şermezar kir
Jinên ciwan bi meşekê sûcê tecawizkirina zarokekê şermezar kir
10 gulan, 2023   12:19
 KOBANÊ

Meşê ji pêşiya Meclisa Navçeya Qinaye ya rojavayê Kobanê dest pê kir û bi dehan ciwanên kantona Kobanê tev lê bûn.

Meşvanan wêneyên zarokên bûne qurbaniyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û qurbaniyên êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rakirin.

Meşvan li ser rêya navçeya Şêxler rawestiyan û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Mizgîn Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dîroka dewleta Tirk a dagirker bi xwînê dagirtî ye û hat destnîşankirin ku bi taybet jinên Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin û bi bêdengiya hêzên navneteweyî re ev sûc her ku diçe zêdetir dibin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dagirkeran ên ji dema dagirkirina Efrînê de hat kirin. Tecawizkirina zaroka 10 salî li Efrînê hat şermezarkirin û wek berdewama wan sûcan hat hesibandin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildana hemû şehîdan û bilindkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî hat dayîn.

Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(c)

ANHA