Li Kobanê bîranîna şehîd Mizgîn

Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn a Kobanê bi şahiyeke hunerî û pêşangeha şêwekariyê ya bi navê "Bi dengê Mizgînê huner nû dibe" şehîd Mizgîn bi bîr anî.

Li Kobanê bîranîna şehîd Mizgîn
10 gulan, 2023   11:17
KOBANÊ

Şahî li navenda Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn a Kobanê hate lidarxistin. Di şahiyê de li ser navê tevgerê Fatme Xelîl şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Mizgîn ne tenê hunermendek bû, lê belê têkoşereke şoreşger bû. Bi rêya têkoşîna xwe dengê jinan bilind kir."

Her wiha koma muzîkê ya tevgerê stranên gelêrî û şoreşgerî pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerandin. Di dawiyê de beşdar li nava pêşangehê gerîn. Di pêşangehê de bi dehan berhemên jinan hene.

Sibe (11′ê Gulanê) salvegera 31′emîn a şehadeta Gurbet Aydin (Mizgîn) e. Şehîd Mizgîn bi têkoşîn û hunera xwe mîrasek ji hunera şoreşgerî ya Kurdistanê re çêkir.

Şehîd Mizgîn ji Batmanê ye û di 1962′yan de hatiye dinê. Di ciwantiya xwe de li dijî zîhniyeta hegemon û siyasetên qirkirina gelê Kurd lêkolîn kirin. Di 1980′yî de tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Piştî rêwîtiya hunerî ya demdirêj ya li Ewropayê, di 1990′î de vegerî welat û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li wir bû fermandara eyaleta Garzanê. Gelek çalakiyên gel pêk anîn.

Di 11′ê Gulana 1992′yan de li navçeya Tetwan a Bedlîsê leşkerên dewleta Tirk a dagirker mala ku tê de bû dorpêç kir. Şehîd Mizgîn heta dawiyê şer kir û şehîd bû.

(fr)

ANHA