Şandeya dîplomasî ya Siûdiyê xebatên xwe li Şamê ji nû ve destpê dike

Piştî ku Sûriye vegeriya Komkara Erebî, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî da zanîn ku şandeya wê ya dîplomasî ya li Sûriyeyê dê xebatên xwe ji nû ve dest pê bike.

Şandeya dîplomasî ya Siûdiyê xebatên xwe li Şamê ji nû ve destpê dike
9 gulan, 2023   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan biryara domandina xebatên şandeya xwe ya dîplomasî li Şamê daye, ku ew biryar li ser bingeha têkiliyên biratiyê yên di navbera gelê Siûdî û Sûriyeyî de hatiye dayîn.

Wezaretê destnîşan kir ku armanca vê biryarê pêkanîna aramiyê li herêmê û pêşxistina xebatên hevbeş ên erebî ye.

Her wiha, wezaretê destnîşan kir ku biryara domandina xebatên şandeya dîplomasî di encama biryara Komkara Erebî de ya ku piştî civîna wezîrên karên derve yên ereb hatiye derxistin, hat dayîn.

Wezaretê diyar kir ku domandina xebatên şandeya dîplomasî ya li Sûriyeyê dê li gor nirxên peymanên NY û Komkara Erebî û pîvanên navneteweyî bi rê ve biçin.

(mh/şx)