Çima gundê Qeyrewan?

Êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî nuqteya ewlehiya Kampa Holê diyar dike ku ev gund ji bo dewleta Tirk xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku çeteyan li vî gundî plana êrişan li dijî herêmê danîbûn.

Çima gundê Qeyrewan?
5 gulan, 2023   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk danê nîvro nuqteyeke hêzên ewlekariyê ya kampa Holê ya li gundê Qeyrewan ê li başûrê Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de 2 şervan şehîd bûn. Ew yek îsbat dike ku dewleta Tirk dixwaze tola çeteyan hilîne, ji ber ku çeteyên wê di gundê Qeyrewan de ku plan dikirin ku êrişî Kampa Holê bikin û plan ji aliyê QSD′ê ve hat têkbirin.

Di Mijdara borî de, QSD′ê li vî gundê depoyeke mezin a çekan desteser kir. Di wê demê de QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan planeke xeternak a pêkanîna êrişekê li dijî Kampa Holê têk bir. Piştî têkbirina êrişê ji fermandarên YPJ′ê Dilbirîn Kobanê agahî dan ANHA′yê. Dilbirîn Kobanê got: "Depo ji bo plana êrişa li dijî herêma di navbera Til Hemîs a Qamişloyê û navçeya Holê ya Hesekê de  hatibû amadekirin. Me çekên ku artêşa Tirk bi kar dianîn desteser kirin."

QSD′ê di çarçoveya operasyona Birûska Cizîrê de di 9′ê Çileyê de li heman gundî depoyeke mezin a çekan û alavên leşkerî desteser kir.

QSD′ê li ser operaysonê daxuyanî weşandibû û ev agahî parve kirin: "Di depoya ku hate desteserkirin de, rextên bombebarkirî ku çete di dema kiryarên xwekujiyê de bi kar tînin, hebûn. Her wiha bombe, telefonên destan ên ji bo teqandina madeya C-4 a ji dûr ve, mayînên teqandin erebeyan, miqdareke cebilxane, kilaşînkov, rextên leşkerî, çente û pêdiviyên leşkerî hebûn."

QSD′ê di daxuyaniyê xwe ya wê demê de ragihandibû ku di çarçoveya operasyona Birûska Cizîrê de 3 çeteyên ku beşdarî êrişa li ser girtîgeha Sînaayêya Hesekê bibûn jî hatin girtin.  Her wiha diyar kir ku di depoya ku hatî desteserkirin de erebeyên bombebarkirî dihatin amadekirin û got:  "Terorîstan  di depoyê de 2 erebeyên bombebarkirî amade kiribûn û di destpêka êrişa li ser girtîgeha Sînaayê de teqandin."

Di 23′yê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bêmirov hêzên parastina Kampa Holê ya Hesekê û girtîgeha Çerkîn a Qamişloyê ku tê de çete û malbatên DAIŞ′ê hene, bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 8 şervanên parastina kampê şehîd bûn.

(fr)

ANHA