Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Xemlîn û şehîd Bozan

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Xemlîn Kobanê û Bozan Mehemûd re xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîd Xemlîn û şehîd Bozan
5 gulan, 2023   15:15
KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê ya herêma Firatê sersaxî dan malbatên şehîd Emîra Şahîn (Xemlîn Şahîn) û şehîd Bozan Mehmûd.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emîra Şahîn (Xemlîn Kobanê) û şervanê QSD'ê Bozan Mehmûd 3'yê Gulanê li ser rêya Xurafî ya Hesekê-Dêrazorê di encama qezayeke trafîkê de şehîn bûn.

Bi sedan şêniyên Kobanê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Bozan Mehmûd ku li başûrê bajarê Kobanê hatiye vedan. Şêniyan piştî sersaxî xwestin berî dan gundê Belek ê başûrê Kobanê û sesaxî ji malbata şehîd Xemlîn re jî xwest.

Di bin konê sersaxiyê de merasîm hat lidarxistin. Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku li hemberî êrişan hevgirtin û asta têkoşînê xurt bikin.

Mistefa Êto got:  "Dewleta Tirk a dagirker ku di rojên xwe yên dawîn de ye bi rêbazên cuda êrişî herêmê dike. Yên ku xwe bi dewleta Tirk ve girê bide jî wê bi bin bikeve."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA