Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû

Yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan bi pêşbirka çêkirina xwarinên gelêrî  û dayîna xelatan bi dawî bû.

Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
Festîvala Biharê ya Xewgehan bi dawî bû
5 gulan, 2023   14:03
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava îsal yekemîn Festîvala Biharê ya Xewgehan li avahiya Zanîngeha Rojava ya li taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo li dar xist. Çalakiyên festîvalê 3`yê Gulanê dest pê kirin.

Di roja yekemîn a festîvalê de çalakiyên werzîşî û pêşbirka pirs û bersivan hatin lidarxistin. Di roja duyemîn jî de pêşbirka mûzik û helbestan hat lidarxistin û serdana xewgehên xwendekaran jî hat kirin. Festîval îro di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Di roja dawîn de, pêşbirka çêkirina xwarinan hat lidarxistin. Xwendekaran li gorî 9 koman hatin dabeşkirin û her komekê xwarinên ji çanda xwe çêkirin.

Komîteya Nirxandinê ya ji mamosteyê Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf, Rojîn Ebdê û Heyfa Abdullah pêk dihat, xwarin di aliyê şekil, çêj û baqijiyê de nirxandin.  Komîteyê  3 kom xelat kirin. Koma 4 di asta 3`emîn de,  koma 8 di asta 2`emîn de û koma 9 di asta yekemîn de biserketin.

Mamosteyê fakuleteya Wêjeya Kurdî Beşîr Mele Newaf axivî û bal kişand ser girîngiya xwarinçêkirina ji nifşên heyî re û got: "Di vê demê de li gelek malan çêkirina xwarinên gelêrî kêm bûye. Mitbexa civakê nasnameya xwe dispêre dîrok û çanda wê, me jî xwest vê yekê di vê festîvalê de vejînin.”

Piştî gerandina dîlanan19 xwendekarên ku di pêşbirkên werzîşê, mûzîk, helbest, pirs û bersiv de bi serketibûn hatin xelatkirin.

(sb)

ANHA