ʹJi bo azadiya jinan dengê xwe bidin Partiya Çepên Keskʹ

Endamên Kongra Star bang li jinên li Bakurê Kurdistanê kirin ku dengê xwe Partiya Çepên Kesk û got: "Serketina Partiya Çepên Kesk, ji bo jin û gelên li Bakur û Tirkiyeyê mîsogeriya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye."

ʹJi bo azadiya jinan dengê xwe bidin Partiya Çepên Keskʹ
4 gulan, 2023   06:42
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Bangên gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê yên xwedîdketina li Partiya Çepên Kesek didomin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî bang li jinên Bakur û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiyên Çepên Kesk û got: "Ev partî xwedî li demokrasiyê derdikeve."

/ar/uploads/files/2023/05/03/185348_khaldh-bwty-28large29.webp

Xalîde Botî bal kişand ser zext û êrişên AKPʹê jî û wiha domand: "Ji destpêka ku AKPʹê ava bûye ve mafên jinê li Bakur tên çewistandin. AKPʹê siyastên xwe yên çewistandin didomîne û  bi nêzîbûna dema hilbijartinan re jî operasyonên xwe yên girtinê li dijî wa zêdetir kiriye û îşkenceya fîzîkî li wan dike."

Xalîde Botî destnîşan kir ku armanca Kongra Star a piştgiriya Partiya Çepên Kesk ew e ku rê li ber kiryarên AKPʹê were girtin û azadî û mafên jinên li Bakur werin mîsogerkirin. Xalîde Botî anî ziman ku serketina Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de serektina hemû jinan e û mîsogerkirina azadiya wan e.

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê Koçer Hisên destnîşan kir ku divê jinên Bakurê Kurdistanê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got:" Ji bo ku hêzê jinan û vîna wan ya azad xurt bikin, planên AKP'ê yên têkbirina îradeya jinên azadî têk biçin, divê jin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

Koçer Hisên anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirina divê jinên Bakurê Kurdistanê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

/ar/uploads/files/2023/05/03/185404_kwjr-hsyn-28large29.webp

Koçer Hisên lê zêde kir ku serkeftina Partiya Çepên Kesk dê azadî, demokasî û wekheviyê ji bo gelên Bakurê Kurdistanê û taybet jinan pêk bîne û dê aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bibin.

(dm)

ANHA