Bûyerên Sûdanê gefê li 7 dewletan dide

Dewlet, rêxistinên navneteweyî û çapemeniya cîhanê gelek girîngî dane geşedanên li Sûdanê. Li gorî nirxandinan, dibe ku krîza Sûdanê bandorên xirab li 7 welatên Afrîkayê bike.

Bûyerên Sûdanê gefê li 7 dewletan dide
4 gulan, 2023   06:30
QAHÎRE – MUHSIN EL MISIRÎ

Gelek raporên navneteweyî têkildarî pêşeroja rewşa li Sûdanê û şerê di navbera hêzên artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfetah Burhan û cîgirê wî yê berê yê Meclisa Serdestiyê Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdtî) de ku ji Nîsana borî ve berdewam in, hişyarî dan.

Di raporên din de behsa îhtîmala firehbûna vê aloziyê heta dewletên cîranên Sûdanê tê kirin, nexasim dewletên ku aloziyên aborî, leşkerî û siyasî tê de hene.

BERFİREHBÛNA ŞER

Ajansa amerîkî Bloomberg di raporeke xwe de destnîşan kir ku dibe ku şerê li Sûdanê derbasî dewletên Afrîkayê yên derdora Sûdanê bibe ku dê aloziyeke domdar û tevlihevî lê çêbe û ewlehiya xwarinê tune be.

Her wiha ajansê da zanîn ku krîza Sûdanê dê bi awayekî xerab bandorê li 7 dewletên Afrîkayê bike, ew jî Komara Navîn a Afrîkayê, Misir, Çad, Lîbya, Sûdana Başûr, Etiyopya û Erîtîryayê ne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku nêzî 75 hezar kes ji malên xwe derketine û li cihên cuda yên Sûdanê bi cih bûne û 20 hezar kes derbasî Çadê û 6 hezar kes koçberî Komara Navîn a Afrîkayê û Etiyopyayê bûne. Li gor pêşbînan, dê nêzî 270 hezar kes di hefteyên bê de ber bi Çad û Sûdana Başûr ve birevin.

Heta niha Qahîreyê nêzî 16 hezar welatiyên sûdanî pêşwazî kirine û hîn jî welatiyên sûdanî bi rêya dergehên sînorî derbasî bajarê Eswanê yê Misirê dibin. Piştî ku koordînatorê NY'ê Martin Grefeth rewşa awarte ragihand, çavdêr texmîn dikin ku dê rewşa mirovî ya Sûdanê bi temamî hilweşe.

PÊVAJOYEKE METIRSÎDAR

Mamosteyê têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Muite ya urdinî Iyad El Mecalî destnîşan kir ku operasyonên leşkerî yên ku ji Sûdanê de dest pê kirine bûn destpêka pêvajoyeke wiha ku metirsiyê li ser ewlehiya Sûdanê û dewletên derdora wê çêdike.

El Mecalî ji ajansa me re (ANHA) got: "Hêzên herêmî bi rêya vî şerî peyaman ji hev re dişînin, ji ber wê jî dibe ku rewş aloztir bibe û encamên xerab bi xwe re bîne. Ji ber ku Sûdan bûye qada tesfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî."

Li gorî pisporê urdinî, şerên di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de, pêşketineke bi xof a geşedanan e. Nexasim ku gelek sedem hene dihêlin hêzên alîgirên aliyên aloziyê hê bêtir aloziyê girêktir bikin û dehf bidin şerê navxweyî ku alî hev du tune bikin, pê re Sûdan û kargeriyên wê yên mayî bi temamî wêran bibe.

ŞERÊ WEKÎLAN

El Mecalî wiha pê de çû: "Civata navneteweyî ji gelek tiştan ditirse, ji ber wê jî dibe ku koalîsyonên herêmî peyda bin û di encamê de jî krîz kûrtir bibe. Ew bi fikar in ku hevbendiyên stratejîk ên derketine, bi rêya piştgiriya rasterast a aliyên nakokiyê bi pêş bikevin. Ev jî bi şerê wekîlan tê kirin.”

El Mecalî nirxandina xwe wiha bi dawî kir: “Şerê li Sûdanê dibe ku derbasî dewletên derdorê be wek Misir û Lîbyayê ku wan veguhêze Kîêva duyem. Hemwextî wê jî pirbûna aliyên ku di wî şerî de beşdar in metirsiyê dide ewlehiya herêmê. Ev jî ji bo dewletên Ereban metirsîdar e, ji ber ku ew jî bûne 2 beş ku her beşek ji wan piştgiriyê dide aliyekî şer. Ev jî dê temenê şer dirêjtir dike."

 (mh/şx)

ANHA