ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-5-2023
3 gulan, 2023   23:00

Endamên PYD′ê şaxê Helebê diyar kir ku divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahî gelên bindest berxwedan û têkoşîn werin geşkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji 9 mehan ve dorpêçeke giran li ser Şehbayê tê ferzkirin. Di encamê de xesar li saktorên stratejîk ên li kantona Şehbayê hatin û xetereya li ser jiyana welatiyan zêdetir bû. Nexasim ku gelek navendên tenduristiyê êdî nikarin xebatên xwe pêşkêş bikin, ji ber ku derman û sotemenî li herêmê kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan amadekariyan dikin ku  2`yemîn Mîhrîcana Orkêş a Mûzîk û Strana Gelan di 5'ê Gulanê de dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Kongra Star a Bakurê Kurdistanê banga hilbijartina Partiya Çepên Kesk kirin û diyar kirin ku serkeftina wan di hilbijartinan de, azadî, demokratî û wekheviyê ji jin û gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re misoger dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Paytext û rêxistinên navneteweyî û çapemeniya cîhanê gelek girîngî dane geşedanên leşkerî yên Sûdanê, ku çavdêr dibînin ku kirîza Sûdanê li ser ewlehiya 7 dewletan gef e.

Peywendiyên di navbera serokê çînî û yê ukraynî de hêviya pêkanîna lihevkirinekê dide ku şerê Rûsyayî - Ukraynayî bi dawî bike. Gelo Çîn dê bikare di navbera Kiev û Moskovê de navbeynkariyê bike weke ku di navbera Riyad û Tehranê de kiribû?

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Dirbêsiyê ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan çalakiya pirtûkxaneya gerok li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bi koordîneya navenda Jineolojiyê, şehîd Melda li ser gora xwe ya li goristana gundê Şercî yê Hesekê bi bîr tîne saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Sabir Ehmed û Ehmed El Mitleq dibin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a herêma Firatê ji bo piştgiriya hilbijartinên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mlabenda Rewşenbîrî ya Helebê panelek bi navnîşan Rojnameya Kurdistanê û rojnamegeriya kurdî li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo şermezarkirina dorpêça li ser her du taxan, li pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya Damezrîner a Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên di mehên Nîsan û Gulanê de şehîd bûne, merasîmek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA