​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê piştgiriyê didin şêniyên Şehbayê

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku ew amade ne destekê bidin şêniyên Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û got rêya yekane ya li hember dorpêça hikumeta Şamê berxwedan e.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê piştgiriyê didin şêniyên Şehbayê
2 gulan, 2023   00:43
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hikumeta Şamê ji 1′ê Nîsanê ve li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç giran kiriye û nahêle sotemenî, derman û gelek pêdiviyên din derbasî herêmê bibin.

Ajansa me nêrînên şêniyên Qamişloyê der barê vê dorpêçê de girtin. Şêniyan got dorpêç siyaseteke hevpar a hikumeta Şamê û dewleta Tirk e da ku derbeyê li projeya Rêveberiya Xweser bidin.

′RÊYA YEKANE YA LI HEMBER DORPÊÇÊ BERXWEDAN E′

/kr/uploads/files/2023/05/01/194011_-.webp

Welatiya bi navê Hefîze Hisên bal kişand ser siyasetên hikumeta Şamê yên ji destpêka krîza Sûriyeyê ve li dijîsSûriyeyiyan û got: "Ev ne cara yekemîn e ku hikumeta Şamê dorpêça xwe li dijî sûriyeyiyan giran dike, beriya çend salan jî li dijî Qamişloyê jî dorpêçek giran dabû meşandin; xurdemenî, şîrê zarokan, mazot û kehrebe li ser şêniyan qut kirin."

Hefîze destnîşan kir ku rêbaza yekane ya li hember dorpêçê berxwedan e û ev dorpêç ne tenê li dijî wan herêman e, lê belê li dijî hemû sûriyeyiyan e. Hefîze bang li şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûdû Eşrefiyê kir ku li hember vê dorpêçê berxwedanê bilind bikin û wiha domand: "Ev dorpêç, planeke hevbeş a dewleta Sûriyeyê û dewleta Tirk e. Dewleta Tirk êrişî şêniyan dike û hikumeta Şamê jî dorpêçê li ser wan giran dike."

/kr/uploads/files/2023/05/01/194032_-.webp

Welatiyê bi navê Haşim Şiwêş jî siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û bang lê kir ku dorpêçê bi dawî bike. Şiwêş got: "Em van siyasetên ji bo ku derbeyekê li Rêveberiya Xweser bidin, baş dizanin. Ew naxwazin Kurd mafên xwe bistînin. Lê em ji berxwedan û serkeftina xwe bawer in."

SEKNA LI HEMBER ÊRIŞAN

/kr/uploads/files/2023/05/01/194053_-.webp

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Hindirîn Mihemed Selim berxwedana şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li dijî dorpêçê silav kir û wiha got: "Gelê me xwedî bawerî û sozdayîna bi şehîdan re ye. Dê ev metod li dijî siyaset û êrişên li dijî vîn û doza wî dewam bike."

(fr)

ANHA