ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-4-2023
26 nîsan, 2023   23:00

Tevgera Xwendekarên Demokratîk heta niha li dibistan û zanîngehên herêma Cizîrê bi rêya pêşangehan û pirtûkxaneyên gerok 3 hezar pirtûkên Rêber Abdullah û tevgera azadiyê ya Kurdistanê belav kirine. Heman çalakî dê li Reqa û Kobanê jî bên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 4 mehên dawîn de, di encama êrişên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 zarokan jiyana xwe ji dest daye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên sebzeyan û şêniyên gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi danîna şitilên sebzeyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanê bi navê Hesen El Mihemed piştî ku qezaya tirafîkê birîndar bû, xwe di aliyê xêzkirina wêneyan de bi pêş xist û di xêzkirina karektêr û anîmeyê de bû pispor. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û şîrovekarên siyasî diyar kir ku ji ber lawazbûna siyasî û leşkerî ya li Sûriye û Iraqê ku Enqere ji bo dagirkirina rûberên fireh bi kar aniye, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu ew daxuyaniya xwe da. Ev daxuyanî ji bo temamkirina Mîsaqê Millî bi hincetên derew  in. Nivîskaran got ger hêzeke rasteqîn li hember van êrişan hebe, dewleta Tirk nikare di vê yekê de dewam bike.

Lêkolîner û pisporê kar û barên siyasî Wîsam Cewad destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser gaveke rast e û got “Ji bo gihîştina çareseriyê divê hemû alî diyalogê esas bigirin.”

Gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û kesayetên demokrat ên Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyê bi navê Eto Miho diyar kir ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn hewcedarî çareseriyê ne û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Miho li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera 125`an a Rojnameya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Azad (YRJ) şahiyek li dar dixe ji bo ku xelatên Şehîd Mezlûm Bagok û xelatên Pêşbirga Şehîd Îsam Abdullah belav bike. Şahî li seyrangeha Mîrland a Qamişlo saet di 19:00`an de li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên Efrîn, Şehba û koçber daxuyaniyek didin û piştgiriya beyannameya Rêveberiya Xweser dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA