Xwendekarên Demokrat 30 hezar pirtûk belav kirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk heta niha li dibistan û zanîngehên herêma Cizîrê bi rêya pêşangehan û pirtûkxaneyên gerok 3 hezar pirtûkên Rêber Abdullah û tevgera azadiyê ya Kurdistanê belav kirine. Heman çalakî dê li Reqa û Kobanê jî bên lidarxistin.

Xwendekarên Demokrat 30 hezar pirtûk belav kirin
27 nîsan, 2023   07:50
QAMIŞLO

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi armanca danasîna fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê ji sala 2022`yan de xebatan dimeşîne. Di wê çarçoveyê de pêşangeh tên vekirin û çalakiyên pirtûkxaneya gerok tên lidarxistin.

Xwendekarên demokratîk di 16`ê Kanûna 2022`yan de li bajarê Qamişlo pêşangeha pirtûk û tabloyan vekiribû, tê de bal kişandibû ser tecîrda şidandî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Pirtûkên di pêşangehên de hatibûn pêşandan, parêzname û berhemên din ên nivîskî yên Rêber Abdullah Ocalan, roman, çîrok, bîranînên gerîla û pirtûkên felsefî bûn.

Xwendekaran plan kiribû ku heta 22`ê Kanûnê (2022) pêşangehan li beş û fakulteyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Qurtuba yên li bajarê Qamişlo dewam bikin. Piştî ku pêşangeh li wan deveran hatin vekirin, Tevgera Xwendekaran biryar da ku pirtûkan li hemû dibistanên navîn û amadehî yên herêma Cizîrê jî belav bikin.

Berdevkê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Mîran Osman têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Osman da zanîn ku heta niha li dibistan û zanîngehên li herêma Cizîrê 30 hezar pirtûk hatine belavkirin.

Osman diyar kir ku ew ê di dema pêş de çalakiya pirtûkxaneya gerok li bajarên Reqa û Kobanê jî bidin destpêkirin û ev agahî parve kirin: “Em ê pirtûkan li dibistanan û Zanîngeha El-Şerq ên li Reqayê û li dibistan û Zanîngeha Kobanê jî belav bikin. Em ê hewl bidin xwe bigihînin tevahî xwendekarên li herêmê.”

(sb/c)

ANHA