Şandeyeke Rêveberiya Xweser li parlamentoya Danmarkayê bi şandeyeke siyasî re civiya

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li parlamentoya Danmarkayê ya li Copenhagnê bi şandeyeke Partiya Sosyolîst a Gel re civiya.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser li parlamentoya Danmarkayê bi şandeyeke siyasî re civiya
26 nîsan, 2023   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Danmarkayê Dara Mustefa pêk hat û şandeya Partiya Sosyolîst a Gel jî ji nûnerê serokê parlamentoyê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên parlamentoyê Karsten Hønge û serokê Komîteya Têkiliyên Derve yên partiyê Serdal Benli pêk hat.

Herdu şandeyan der barê rewşa giştî ya Sûriyeyê û geşedanên dawîn ên nêzîkbûna hikumeta Şamê û Enqereyê û hewldanên vegerandina Sûriyeyê ji bo komkara dewletên Ereban de nîqaş kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerên partiya danîmarki re, beynameya Rêveberiya Xweser ku di 18`ê Nîsanê de ragihandiyê, her wiha gefên dewleta Tirk a dagirker ên ku li ser ewlehiya herêmê xetere ne, dosyaya girtiyên DAIŞ`ê, pêwîstiya darizandina wan ji bo pêkanîna edaletê ji qurbaniyên terorê re, malbatên çeteyan ên di kampên Rojava û Hol de dimînin, şîrove kir. Her wiha şandeyê destnîşan kir ku divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe bîne cih, piştgiriya Rêveberiya Xweser di aliyên siyasî, aborî, ewlehî û leşkerî de bike ji bo ku îstîqrar li herêmê peyda bibe û li hember terorê bê sekinandin û bê têkbirin.

Şandeya danmarkî diyar kir ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweser didomînin û teqezî bi girîngiya pêkanîna biryara 2254 kir, her wiha piştrast kir ku ew dê bi awayekî hevbeş xebatên xwe yên ji bo têkbirina terorê bidomînin.

(mh)