ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2023
25 nîsan, 2023   23:00

- Nivîskar û analîzvanên ji Misirê têkildarî beyannameya Rêveberiya Xweser ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê got ev beyanname ji bo çareseriya siyasî mifteya herî girîng e. Nivîskaran bang li hikumeta Şamê kir ku vê beyannameyê pêşwaz bike. (BI WÊNE).

- Jinên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku Kurd dê tê bikoşin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Xwendekarên Demokratîk heta niha li dibistan û zanîngehên herêma Cizîrê bi rêya pêşangehan û pirtûkxaneyên gerok 3 hezar pirtûkên Rêber Abdullah û tevgera azadiyê ya Kurdistanê belav kirine. Heman çalakî dê li Reqa û Kobanê jî bên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desthilata dewleta Tirk di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de derdora 150 kes li Bakurê Kurdistanê destgîr kirin. Li gorî çavdêran, desthilata dewleta Tirk rojnamevanên ku rastiya rejîma Erdogan eşkere dikin, digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê dike ku ‘Hefteya Wêjeyê’ li Kobanê li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrazorê hewl didin bi rêya çandiniyê xwetêrkirinê pêk bînin. Her malbatek li kêlek mala xwe sebzeyan diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de Meclisa TEV-DEMʹê ya herêma Firatê daxuyaniyekê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şervanê QSDʹê Sebrî Ebdullah (Mezlûm Dogan) li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê tê veşartin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA