Halîse Aksoy a cenazeyê kurê wê bi kargoyê hat radestkirin jî, destgîrkirî ye

Halîse Aksoy a cenazeyê kurê wê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek bi kargoyê radestê wê hat kirin û keça wê Mîzgîn Karataş jî hatin destgîrkirin.

Halîse Aksoy a cenazeyê kurê wê bi kargoyê hat radestkirin jî, destgîrkirî ye
25 nîsan, 2023   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lêpirsînê de ku navenda wê Amed e, bi ser 21 malan de hat girtin. Gelek rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas û rêveberên sendîkayan û hunermend jî di nav de, herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin. Halîse Aksoy ku kurê wê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek şehîd bû û cenazayê wî bi kargoyê  radestê wê hat kirin jî hat destgîrkirin.

Serê sibehê li Amedê bi ser mala Halîse Aksoy de hat girtin. Halîse Aksoy piştre destgîr kir birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê. Polîsan bi ser mala Mizgîn Karataş û hevserê wê Harûn Karataş de girtin û ew destgîr kirin. Zarokê/a 4 salî yê/a Karataşan jî birin midûriyeta ewlehiyê. Zarok heta êvarê li midûriyeta ewlehiyê ma û piş re radestê xizmên xwe hat kirin.