Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn

Li Minbic û Reqayê bi boneya Roja Şehîdan serdana goristanên şehîdan hatin kirin û mûm hatin pêxistin.

Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn
25 nîsan, 2023   20:14
MINBIC

Bi boneya Roja Şehîdan, şêniyên Minbicê, cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîdan bi bîr anîn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebîh Îzedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi boneya Roja Şehîdan divê me xwe di rastiya şehîdên ku dixwazin mirov azad bijî de kûr bikin. Rojava bi hezaran şehîd ên ji tevahî pêkhateyan dan. Ev dide diyarkirin ku felsefeya Rêber Abdullah ji bo tevahî gelan e. Ev felsefe banga xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş dike. Xwîna tevahî pêkhateyan tev li hev bû. Ev jî mezinahiya şoreşa Rojava zêdetir kir. Ji bo pêkanîna armancên şehîdan, divê em xebatên xwe zêdetir bikin, asta têkoşînê bilind bikin. Bi vê wesîleya bi nirx û ji vî cihê pîroz em soz didin hemû şehîdên xwe û malbatên wan ku em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta ku armancên wan bi cih bînin."

Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CeJJ3nkvmFw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Reqayê, bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê 65 şehîdên YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê  bi bîr anîn.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemûd got: "Bi boneya Roja Şehîdan em tevahî şehîdên azadiyê û şehîdên Qereçoxê bi bîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê nû dikin."

El Hemûd diyar kir ku bi saya fedakariyên şehîdan herêm ewle bûye  û pîrozbahiya Cejna Remezanê bi ewle derbas bû. El Hemûd wiha domand: ʹʹMeclisa Malbatên Şehîdan serdana hemû malbatên şehîdan kir û cejn li wan pîroz kir. Ev tiştekî herî kêm e ku em ji bo wan dikin. Şehîdên me di dilê me û dilê malbatên wan de ne. Heqê şehîdan li ser me heye ku em serketinê pêk bînin, azadiy mîsoger bikin û dagirkeran û hêzên tarî biqewitînin."

Di dawiya axaftina xwe de El Hemûd wiha axivî: "Em ji her kesî re dibêjin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn sembola jinên azad ên têkoşer. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna armancên xwe, bidestxistina mafên xwe û rizgarkirina xaka xwe şopdarên rêya şehîdan in."

Piştre, bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Retîbe El Selfêc axivî û got: " Bi navê malbatên şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Reqayê em vê rojê 25ʹê Nîsanê li Rêberê Neteweya Demokratîk pîroz dikin. Bi saya fikr û felsefeya wî em destkeftiyên mezin bi dest xistin. Şehîdên me ji bo ku em bi aramî û ewlehî bijîn xwe kirin feda û di dilê me de zindî ne. Em ê jî xwedî li wê fedakariyê derkevin û têkoşîna xwe heta pêkanîna armancên wan bidomînin."

Di dawiyê merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(mb/bb)

ANHA