Li Hesekê qurbaniyên komkujiya Ermen hatin bibîranîn

Di salvegera 108ʹan  de, qurbaniyên komkujiya Ermenan li Hesekê hatin bibîranîn. Di bîranînê de bang li tevahî pêkhateyên herêmê hate kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hevgirtinê xurt bikin.

25 nîsan, 2023   15:42
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 108ʹan a qirkirina ermenan ku osmaniyan pêk anîbû û di encamê de zêdetirî mîlyon û nîv Ermen kirin qurbanî, Meclisa Civaka Ermenî, Yekitiya Jinên Ermen û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan merasîma bibîranîna qurbaniyan li dar xist. Merasîm bi dirûşma "Tevî qirkirinê dê îrade bi ser bikeve" li hola Serdem a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di nav de endamên saziyên sivîl ên bajêr û nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî, bi sedan şênî beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/04/25/144140_lwsyn-28large29.webp

Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan  dest pê kir. Paşê ji fermandarên tabûrê Losîn Hagobyan qurbaniyên komkujiya Ermenan bi bîr anîn û got: "Bi rêya vê komkujiyan, hewl dan me qir bikin, koçber bikin û me je mafên me bêpar bihêlin.ʹʹ

Losîn soza şopandina rêya şehîdan nû kir û destnîşan kir ku ew ê heta bidawîkirina zilmê li eniyên şer li ber xwe bidin.

/ar/uploads/files/2023/04/25/144124_anahyt-qsbyan-28large29.webp

Piştre, rêvebera Yekitiya Jinên Ermen a Hesekê Enahîta Qesebyan got: "Komkujiyên ku Osmanî pêk anîne heta niha didomin, êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewama komkujiyên li dijî pêkhateyan bi giştî û Ermenan bi taybetî ne."

Enahîta bang li Ermenan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember planên li dijî wan bibin yek û got: "Bi rêya diyalogê dê kirîza Sûriyeyê çareser bibe û di encamê de êrişên li dijî pêkhateyên herêmê têk biçin."

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eşref Elî wiha axivî: "Piştî belavbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhate êdî azad bûn û di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan de bi nasnameya xwe jiyan."

Di dawiya merasîmê de mûm hatin pêxistin, sînevîzyonek li ser komkujiyê hat pêşandan,  stranên Ermenî ji aliyê koma Ararat a Meclisa Civaka /Ermenî û şanoyek li ser komkujiyê hatin pêşkêşkirin.

 (mh)

ANHA