ʹBêdengiya li hemberî êrişan nîşaneya hevkariyê yeʹ

Şêniyan têkildarî êrişa li Qereçoxê û êrişa îro ya li Kobanê got: "Mîna ku hêzên navneteweyî destûr dane dewleta Tirk da ku êrişên hewayî pêk bînin û pêvajoyeke nû ya qirkirinê bide destpêkirin. ʹʹ

ʹBêdengiya li hemberî êrişan nîşaneya hevkariyê yeʹ
25 nîsan, 2023   15:17
QAMIŞLO –XALID ETÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 25ʹê Nîsana 2017ʹan de çiyayê Qereçoxê bombebaran kir. Di encamê de 20 şervanên YPG û YPJʹê şehîd bûn. Ev êrişa hawayî ya yekemîn bû ku dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25ʹê Nîsanê wekî Roja Şehîdan îlan kir.

Di salvegera 6ʹemîn a komkujiya li Qereçoxê (Îro) de dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bi dronekê erebeyek kir hedef. Di encamê de şervanekî QSDʹê şehîd bû.

/ar/uploads/files/2023/04/25/140123_ghanm-fadhl.webp

Welatiyê bi navê Xanim Fadil anî ziman ku dîroka dewleta Tirk a dagirker a qirkirina gelan dirêj e û got: "Êrişa li ser Qereçoxê ya destpêkê bû. Armanc jê şikandina îradeya gelan û hedefgirtina projeya me ya demokratîk bû."

/ar/uploads/files/2023/04/25/140110_hsn-syd-shakr.webp

Welatiyê bi navê Hesen Seyîd Şakir jî destnîşan kir ku êrişa li Qereçoxê ya destpêkê bû û êrişên bi balafirên hîna dewam dike. Şakir diyar kir ku ev êriş rakirina tola DAIŞʹê bû û temamkirina siyasetên qirkirina gelên herêmê bû.

/ar/uploads/files/2023/04/25/140055_hsn-hsn.webp

Welatiyê bi navê Hesen Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dijî mirovahiyê ye û li cem wê sînor ji qetilkirin û kuştinê re tune ye. Her wiha got, dewleta Tirk êrişên li ser kesên ku şerê DAIŞʹê kirine, didomîne.

Hesen da zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagirker in û wiha domand: "Amerîka û Rûsya qada hewayî li ber Tirkiyeyê vekirin da ku sûcan li dijî herêmê pêk bînin. Ji ber vê yekê hevkarên dewleta Tirk in."

/ar/uploads/files/2023/04/25/140042_amyrh-abdw.webp

Welatiya bi navê Emîra Ebdo jî got, 25ʹê Nîsanê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke watedar e û wiha domand: "Li ser vê xakê xwîna şehîdên ji hemû pêkhateyan tev li hev bûye. Di vê roja pîroz de em soz didin ku berdêl çi dibin bila bibin û êriş çiqasî dijwar bin em ê têkoşînê geş bikin."

(bb)

ANHA