Civîna çaralî: Hikumeta Şamê dewleta Tirk derewand

Hikumeta Şamê, daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker a têkildarî civîna çaralî derewand. Çavkaniyekî sûriyayî got: "Îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirk ên der barê gavên şênber ên girêdayî normalîzekirinê de ne rast in."

Civîna çaralî: Hikumeta Şamê dewleta Tirk derewand
25 nîsan, 2023   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên parastinê û serokên îstîxbaratên hikumeta Şamê, Rûsya, Tirkiye û Îranê îro li Moskovê civiyan. Piştre beşdarên civînê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de asta nakokiyên kûr ên di navbera komplogeran li dijî gelê Sûriyeyê de derket holê.

Li gorî SANAʹyê, di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê de hate gotin "Di civîna çaralî ya wezîrên parastinê yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Moskovê de behsa vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê û pêkanîna peymana taybet a bi rêya navneteweyî hatin kirin."

Li gorî rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî digire "Tiştên di  daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de hatine gotin, ne rast in, ku behsa gavên şênber ên têkildarî normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê dike. Di civîna wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê de mekanîzmeya vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Lê behsa gavên normalîzekirina têkiliyên herdu welatan nehatin kirin."

Heman çavakî anî ziman ku normalîzekirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de tê wateya vekişandina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê û got: "Bêyî vekişandinê têkilî normalize nabin. Vekişandin pirsgirêka yekemîn e ku divê di dan û standinên normalîzekirinê de were çareserkirin."

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk de jî hate gotin,  di civîna çaralî ya di navbera Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê de gavên berbiçav ên der barê normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin.

Derbarê civînê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wezîrên parastinê yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê xurtkirina ewlehiya Sûriyeyê, normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê gotûbêj kirin. Beşdaran  xwestin yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin û xebatên bi armanca vegerandina penaberan li welatê xwe werin zêdekirin."

(bb)