​​​​​​​Di Roja Şehîdan de soza domandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan

Meclisên malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha xwendekaran jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tola çeteyên DAIŞ`ê hilîne, komkujiya Qereçoxê pêk anî.

​​​​​​​Di Roja Şehîdan de soza domandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan
​​​​​​​Di Roja Şehîdan de soza domandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan
​​​​​​​Di Roja Şehîdan de soza domandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan
25 nîsan, 2023   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Şehîdan ku 25`ê Nîsanê ye, meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîr, Şehba û Helebê, xwendekarên Zanîngeha Kobanê daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de şehîdên komkujiya Qereçoxê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de êrişa li dijî Qereçoxê şermezar kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Meclisê bang li gelê Kurdistanê kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker hişyar be, seferberiyê ragihîne û li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatê bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê jî şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û soz da ku li ser şopa wan têkoşînê dewam bikin.

Endama meclisê Menal Şêxo û mamsote Henîf Elo daxuyanî li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê xwend.

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku tola DAIŞ`ê hilîne û projeya li ser rêgeza biratiya gelan bi rê ve diçe, ev komkujî pêk anî.

Li Helebê jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê di daxuyaniya xwe de got: “Xwîna pak a şehîdan bûye sernavekî sereke yê şerê gel ê şoreşgerî.”

Her wiha meclisê soz da ku heta serkeftin pêk were, tevahî axa dagirkirî rizgar bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê rêya şehîdan berdewam bikin.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî şehîdên Qereçoxê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û êrişa li dijî Qereçoxê şermezar kir. Hevserokê zanîngehê Şervan Muslim daxuyanî li pêşiya navenda zanîngehê xwend.

(şx)

ANHA