Êrişên li ser qadên gerîla dewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 22 û 23’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 48 caran bombe kirine.

Êrişên li ser qadên gerîla dewam dikin
25 nîsan, 2023   13:31
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku êriş li ser gelek qadên li Zap û Xakûrkê hatine kirin.

Agahiyên berfireh ên têkildarî êrişên dewleta dagirker, wiha ne:

 “1. Li herêma Zapê;

23’ê Nîsanê ji saet 12.00’an heta 13.10’an artêşa Tirk a dagirker êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kiriye. Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û şer çêbûye.

2. Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

23’ê Nîsanê bi balafirên şer Goşînê, Girê Berbizina û ava Lolanê yên Xakurkê 3 caran hatin bombekirin.

22 û 23’ê Nîsanê Qada Geliyê Lolan, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê yên Xakurkê 45 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatine bombekirin.”