​​​​​​​‘Dewleta Tirk derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê dide′

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê diyar kir ku hedefgirtina erebeyekê li Kobanê derbeya li dijî ewlehî û îstîqrarê ye.

​​​​​​​‘Dewleta Tirk derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê dide′
25 nîsan, 2023   12:27
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li ser hedefgirtina erebeyekê li Kobanê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker îro erebeyek li başûrê Kobanê kir hedef û diyar kirk u ji ber tevliheviya di nava rejîma AKP′ê ya ji ber nêzîkbûna hilbijartiyên Tirkiyeyê de, dewleta Tirk a dagirker derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê dide.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber tevliheviyê, hikumeta Tirkiyeyê bi hemû rê û rêbazan hewl dide krîza xwe ya hundirîn derxe derve.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya çend kêliyan ragihand ku di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li Kobanê de, şervanekî wan şehîd bûye.

(fr)

ANHA