Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn

Şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, rûspiyên herêmê û endamên saziyên sivîl şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn. Şêniyan soz da ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek û têkoşînê bidomînin.

Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn
Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn
Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn
Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn
Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn
Bi hezaran kesî şehîdên Qereçoxê bibîr anîn
25 nîsan, 2023   12:23
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, rûspiyên herêmê û endamên saziyên sivîl, berê xwe da çiyayê Qeremoxê û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Dewleta Tirk a dagirker 25`ê Nîsana 2017`an êrişî çiyayê Qeremoxê yê Dêrikê kiribû û di encamê de 20 şervan û 3 rojnamevan şehîd bûbûn.

Piştî êrişê, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dabû Qereçoxê û Rêveberiya Xweser 25`ê Nîsanê wek Roja Şehîdan ragihandibû.

Îro li lûtkeya çiyayê Qereçoxê, merasîmek ji bo bîranîna şehîdan li dar ket.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên hevkarên wê, bi êrişa li dijî Qereçoxê, xwestin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Cewahir destnîşan kir ku gelê herêmê wê demê xwedî li şehîdên xwe derket û bi sekna xwe ya têkoşer îsbat kir ku ew li hember êrişan mertal in û vîna wan bi şehadeta zarokên xwe xurttir dibe.

Ji fermandarên YPJ`ê Nesrîn Ebdullah axivî û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û got: “Hêzên me yên leşkerî vîn, moral û hêza xwe ji malbatên hevalên xwe digirin. Em dê bi vî ruhî û vînê li hember tevahî hewldanên hedefgirtina gelê herêmê têk bibin.”

Nesrîn Ebdullah destnîşan kir ku çiyayê Qereçoxê veguheriye keleha berxwedan û têkoşînê û soz da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye û şehîdan ku têkoşînê berdewam bikin.

 (şx)

ANHA