Rewşa zarokên ji komkujiya Til Temirê filitîne baş e

Rayedarên Nexweşxaneya Jiyan da zanîn ku rewşa zarokên ku ji komkujiya li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê filitîne, baş e.

Rewşa zarokên ji komkujiya Til Temirê filitîne baş e
25 nîsan, 2023   11:14
HESEKÊ

Duh baregehên dewleta Tirk a dagirker saet di 18:00`an de gundê Eyn El Ebid ê li rojhilatê navçeya Til Temirê topbaran kiribû. Di encamê de 3 zarokên xwişk û birayên hev; Meryem Xidir Iwês (10), Itîdal Iwês (9) û Ebdulezîz Iwês (8) şehîd bûbûn.

Her wiha ji heman malbatê zarokê bi navê Diya Xidir Iwês (6), Mihemed Salih Iwês (8) û Zehir Xidir Iwês (14) birîndar bûn û li Nexweşxaneya Jiyan a navçeyê hatin dermankirin.

Rayedarên nexweşxaneyê ragihand ku rewşa zarokan baş e û Mihemed Salih Xidir Iwês piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketiye.

Cenazeyên zarokan jî li gundê Eyn El Ebid hatin veşartin.

(şx)

ANHA