Li hember êrişên dewleta Tirk hemleya hashtagê

Tevgera Azadiya Komalgeha Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê hemleyeke hashtagê da destpêkirin. Tevgerê banga tevlêbûnê kir.

Li hember êrişên dewleta Tirk hemleya hashtagê
25 nîsan, 2023   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Komalgeha Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û destpêkirina hemleya hashtagê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê ragihand.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike hedef. Her wiha diyar kir ku heke hevkariyek bi hêzên navxweyî re tune be, dewleta Tirk nikare êriş bike.

Tevgerê got: “Li aliyekî berhemên herêmê radestî Tirkiyeyê kirin û li aliyekî din, derî ji wan re vekirin ku bi dehan baregehên leşkerî ava bike, hawîrdor û xwezaya Kurdistanê binpê bike.”

Tevgerê da zanîn ku di 2 salên borî de dewleta Tirk a dagirker bi dehan caran û bi çekên kîmyewî Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de gelek welatî bûn qurbanî û xwezaya herêmê wêran bû.

Tevgerê bang li her kesî kir ku li hember dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bidin û rê li pêşiya destwerdana wê bigirin. Her wiha tevgerê banga tevlêbûnê kir.

Hemleya hashtagê dê 26`ê Nîsanê (sibê) dest pê bike.

(şx)