Li gorî fikrên nû kilîpeke nû bi navnîşan `Li herî jorê`

Hunergeha Welat bi hevkariya Saziya Parkîn kilîpeke nû der bar berxwedana gerîla de li hember êrişên qirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê derxist.

Li gorî fikrên nû kilîpeke nû bi navnîşan `Li herî jorê`
23 nîsan, 2023   19:06

Saziya Parkîn û Hunergeha Welat li ser sosyal medya kilîpeke nû bi navnîşan “Li herî jorê” belav kir.

Hunermend Îbrahîm Feqê û Şêro Hindî gotinên stranê nivisîne û muzîkjen Mehmûd Berazî saz û awazên wê amade kirine. Her wiha hunermedn Şervan Badînî stranê dibêje.

Têkildarî peyama kilîpê, endamê Saziya Parkîn, Îbrahîm Feqê got: “Di demên dawîn de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Kurdistanê, êrişên dijwar pêk tên. Ev jî erkek da ser milê me ku em di aliyê hunerî de bersiva wan êrişan bidin.”

Her wiha Feqê wiha domand: “Me xwest di vê pêvajoyê de li gorî nirxên xwe yên pîroz bersivê bidin.”

Ji derdora meheke û nîv kilîpa stranê, li Navenda Hunergeha Şehîd Welat tê kişandin.

Ev linka kilîpa stranê ye:

https://youtu.be/VlHuQrM89Zs

(şx)

ANHA