Ji destpêka salê ve Îsraîlê 14 caran êrişî xaka Sûriyeyê kir

Ji destpêka salê ve Îsraîlê 14 caran êriş xaka Sûriyeyê kir û di encamê de 39 leşker hatine kuştin û 24 leşker jî birîndar bûne.

Ji destpêka salê ve Îsraîlê 14 caran êrişî xaka Sûriyeyê kir
24 nîsan, 2023   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji destpêka 2023`yan ve, Îsraîlê 14 caran êriş li dijî Sûriyeyê pêk anîne û 10 ji wan ên hewayî ne.

Di encama wan êrişan de, 39 leşker hatine kuştin û 24 leşker jî birîndar bûne.

Herî dawî, şeva yekşemê hêzên bejahî yên Îsraîlê ji çiyayê El Şêx, bi zêdetirî 20 topan Qirs El Nefel a li rojavayê bajarokê Heder ê bajarê Quneytrayê kir hedef.

SOHR`ê diyar kir ku li vê herêmê komên nêzî Hizbullaha Lubnanê hene û di Tebaxa borî de 17 caran hatiye topbarankirin.

(şx)