Ji ber bihabûnê li Şamê hewcedariyên cejnê nayên kirîn

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re li sûkên Şamê tevgera kirînê gelekî lawaz e. Ji ber bihabûnê welatî nikarin pêwîstiyên cejnê bikirin.

Ji ber bihabûnê li Şamê hewcedariyên cejnê nayên kirîn
19 nîsan, 2023   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN- EŞTAR EBDULFEHAH-CÛDÎ ÎSMAÎL

Li ser pirsa me ya der barê cejna Remezanê de, welatiyekî ji Şamê ev bersiv da: "Nizanim dê pîrozbahiyên cejnê çawa bin û xelk li kolanan li pey pariyeke xwarinê ketiye."

X.N. welatiyekî 50 salî ye û got: "Êdî peydakirina pêwîstiyên jiyanê zehmet bûye. Ez debara xwe û ya malbata xwe bi karê xwe yê rojane bi dest dixim. Roja ku kar nekim nikarim pêwîstiyên herî biçûk ên jiyanê dabîn bikim. Ji bilî jiyaneke birûmet ji bo xwe û malbata xwe tiştekî din di vê cejnê de naxwazim."

N.X. bi rûkenî û gotina "Cejna we di bin sîwana welatekî ewle de pîroz be" axaftina xwe bi dawî kir.

Di gera me ya li sûkên Şamê de, bihabûna cilan diyar dibe. Li gorî par buhayê cilan îsal ji sedî 200-300 lîreyên Sûriyeyê bilind bûye.

Di Remezana par de buhayê şalekî 40 hezar lîreyên Sûriyeyê bû, lê îsal digihêje 100 hezarî. Buhayê qemîsekî jinan 80 hezarî bû, lê îsal bi 150 hezarî ye. Her wiha qemîsekî mêran ku par bi 60 hezar lîreyî bû, îsal 100 hezar derbas kiriye. Cilekî zarokan jî derdora 150 hezar lîreyî bû, lê îsal 250 hezar lîre derbas kiriye.

JI BER BIHABÛNÊ ZAROK JI KÊFXWEŞIYA CEJNÊ BÊ PAR IN

S.D. karmendeke hikumeta Şamê ye û dayika 2 zarokan e. Li ser amadekariyên cejnê got: "Her sal bi nêzîkbûna cejnê re buha bilind dibin. Lê îsal bilindtir bûne. Ez karmendek im, mûçeyê min 100 hezar lîreyî nake. 2 zarokên min hene, lê sermiyan li malê tune ye, ji ber vê yekê zehmet e di cejnê de dilê zarokan xweş bikim."

S.D. destnîşan kir ku xizmên wê yên li derveyî welat alîkariyê jê re dişînin û wiha domand: "Ji bo ku cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirim, pêwîstiya min herî kêm bi 300 hezar lîreyî heye. Hêviya min a ji bo cejnê ew e ku ewlehî li Sûriyeyê pêk were û rewşa debarê baş bibe."

Xwediyê dikaneke cilan li sûka Himêdiyê ya Şamê jî li ser bihabûna cilan wiha got: “Astengî li pêşiya me derdikevin heta ku kel û pel digihêjin Şamê.”

Xwediyê dikanê ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, got li kargehan berhem tune ne û hikumeta Şamê guh nade qada pîşesaziyê.

LI ŞÛNA ŞÊRANIYÊ PÊWÎSTIYÊN DIN DIKIRIN

Ya balkêş ew e ku piraniya welatiyan ji dêvla kirîna şêraniyê, pêwîstiyên sereke yên xwarinê dikirin. Buhayê şêraniyan ji 120 hezar heta 250 hezar lîreyan e. Ev hejmar jî mûçeyê karmendekî derbas dike.

Beriya niha serokê Komeleya Esnafan a çêkirina bestenî, şêranî û vexwarinên sar Besam Qeleçî ji radyoyeke xwecih re gotibû: "Rêjeya şêraniyê li gorî par ji sedî sed zêde bûye." Qeleçî sedema vê yekê spart bihabûna madeyên bingehîn, bi taybet ên ku ji derve tên.

Buhayê kîloyeke çîkolatayê digihêje 90 hezarî. Buhayê kîloyeke qehweyê jî 65-85 hezar lîre ye.

11ʹê Nîsanê Beşar Esed biryarek derxist. Li gorî biryarê carekê tenê 150 hezar lîreyên Sûriyeyê (derdora 19 dolar) ji bo karmendên hikumeta Şamê tê dayîn. Lê ev miqdar têra kesekî bi tenê jî nake.

 (bb)

ANHA