​​​​​​​Sersala êzidiyan an jî destpêka jiyanê: Çarşema Sor

Êzidî îro Çarşema Sor pîroz dikin. Ji bo pîrozkirina vê cejnê, êzidî hêkan boyax dikin û ev rê û resm destpêkirina jiyanê û afirandinê dinimîne.

​​​​​​​Sersala êzidiyan an jî destpêka jiyanê: Çarşema Sor
19 nîsan, 2023   03:32
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Çarşema yekemîn a meha Nîsanê li gorî salnameya kurdî (şerqî) ku 13 rojan ji salnameya mîladî derengtir tê, wek cejna êzidiyan û sersala êzidî tê hesibandin. Ev cejn di demsala biharê de ye.

Di qewleke êzidiyan de wiha tê gotin:

“Çarşem rojeke fadil e

Melik Fexredîn afrandibû ji eşq û dil e

Nas nedikir rihetî û xefiletê

Çarşem rojeke bi hesab e

Ji ba wan meleka hatî ev cewab e

Deriyêt xêra divekirîn ji rojhelat heta rojava”

Li gorî baweriya êzdatiyê, gerdûn bi tarîtî û mijê, erd jî bi qeşayê girtî bû. Xweda di roja çarşemê de ‘Tawûsê Melek’ bi rengê Tawûs şand ser erdê ku ava bike û jiyanê lê biafirîne. Tawûsê Melek cara yekemîn li Laleşê (ji kevntirîn perestgehên êzidiyan) daket. Lê ji ber ku qeşa hebû, ew li ser dara ‘Herer’  sekinî. Bi emrê Xwedê ew qeşa bi germahiya tavê heliya û rûyê erdê xuya kir. Kulîlk û gulên ji hemû rengan “sor, zer û kesk” bişikivîn. Ji lew re ev roj wek destpêka biharê hate hesibandin û navê sersala êzidî lê hate kirin.

Ji ber ku êzidiyan ji ber hemleyên qirkirinê yên domdar li dijî wan, piraniya mîrasa xwe ya olî winda kirine, ew agahiyên xwe ji qewlên olî digirin.

Di qewla “Aferîna Dinyayê” de wiha tê gotin:

“Xwedawendê me înê kir esas e

Şemî boyê berê kiras e

Çarşem boyê kir xilase”

Di vê rojê de rê û resmên taybet hene. Êzidî sibehê zû şiyar dibin, cilên herî bedew li xwe dikin û deriyên malên xwe bi kulîlk û xecxecokan dixemilînin.

Her malbatek li gorî hejmara ku dixwaze, hêkan boyax dike. Keç û xort 12 hêkên kelandî direngînin. Her sê hêk demsalekê îfade dikin. Wan hêkan dixin firaqekê û datînin nîva malê. Hêk nîşaneya şeklê erdê ye. Qalikê hêkên kelanî jî helandina qeşayê ji ser rûyê erdê îfade dike. Rengînkirina hêkan tê wateya rengên kulîlk û gulên ku bi hatina Tawûsê Melek re vebûne, anku îfadeya biharê ye. Bihar jî destpêka jiyanê ye.

Roja beriya cejnê (sêşemê) xelk diçe ser mezelên miriyên xwe. Jin bi xwe re hinek hêk, şêranî û fêkiyan dibin û li derdorê belav dikin.

Hin rê û resmên kevn ên taybet bi vê cejnê hene. Hinek ji wan wiha dibêjin; di vê mehê de kolandina axê û cotkirina wê qedexe ye. Ji ber ku giha, kulîlk, gul û hemû gihayên din di vê mehê de dibişkivin. Her wiha zewac jî heta bidawîbûna vê mehê tê derengxistin. Li gorî rê û resman, îmzekirina peymana zewacê û anîna bûkê dê bi xwe re belayan ji xwediyên malê re bîne. Li gorî baweriyan, meha Nîsanê bi xwe zemawend e û navê Nîsanê ‘bûka salê’ ye; “Nîsan bûka salê, di ser xwe re bûk nîn e.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êzidî li herêma Cizîrê, Efrîn, taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih dibin. Bi Kurdên misilman û suryaniyan re şahiyan li dar dixin, stranan dibêjin û dîlanê digerînin, bernameyên çandî û şanoyên li ser ola êzdatiyê pêşkêş dikin.

Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî rê û resmên li navenda ayînî ya êzidiyan (Laleş), hemû rê û resmên cejnê pêk tînin. Li gorî rojên salê 365 çira tên pêxistin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmehê re li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafên pêkhateyan ên ku di serdema rejîma Baasê de ji wan hatibûn stendin, li wan hatin vegerandin. Rêveberiya Xweser roja Çarşema Sor wek betlaneya fermî ragihandiye û destûra lidarxistina pîrozbahiyan daye.

Silêman Hebsûn ku êzidiyekî ji navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ye, diyar kir ku beriya şoreşê pîrozkirina cejnan zehmet bû û bi fermî nedihat naskirin.

Hebsûn anî ziman ku Rêveberiya Xweser mafên êzidiyan misoger dike û êzdatiyê wekî ol nas dike, ji lew re hemû pêkhate beşdarî pîrozkirina vê cejnê dibin.

Hebsûn destnîşan kir ku wan rê û resmên pîrozkirina cejnê ji pêşiyên xwe wergirtine û dê veguhêzin nifşên bê jî, da ku mîrasa wan a dîrokî û olî biparêzin.

Li gorî êzidiyan, ev cejn cejna tevahî Kurdistanê ye û di qewleke xwe ya olî de wiha dibêjin:

“Çarşema serî Nîsanê

Şêx Adî, Şêx Şims xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzîdxanê

Ew e cejna Kurdistanê.”

(fr/c)

ANHA