Rêveberiya Xweser wê bi hemû aliyên sûriyeyî re peywendiyê bike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman da zanîn ku ji bo beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê bi encam bibe, dê dîpolmatên Rêveberiya Xweser bi hemû aliyên sûriyeyî re peywendiyê bikin.

Rêveberiya Xweser wê bi hemû aliyên sûriyeyî re peywendiyê bike
19 nîsan, 2023   00:48
REQA-EHMED EL ESAF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê a ji 9 xalan eşkere kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Silêman, li ser dema eşkerekirina beyannameyê wiha got: “Vê dawiyê di dosyaya Sûriyeyê de gelek tevgerên dîplomatîk çêbûn. Di navbera hikumeta Şamê û dewletên Ereban de ji bo çareserkirina aloziyê tevgerên dîplomatîk hene. Ji bo serxistina van tevgeran, divê Rêveberiya Xweser beşdarî wan hevdîtinan bê kirin. Rêveberiya Xweser beşekî mezin ê gelê Sûriyeyê temsîl dike û nabe ku were dûrxistin. Ji lew re, Rêveberiya Xweser beyannameya çareserkirina krîzê pêşkêş kir."

Silêman, beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê wekî vexwendina hemû aliyan ji bo diyalogê û peyamekê ji bo NY′yê, dewletên di dosyaya Sûriyeyê de aktîv û dewletên Ereban ji bo dîtina çareseriyekê ji aloziyê re, nirxand.

Silêman nirxandina xwe wiha dewam kir: “Bi nêrîna min, dê ev beyanname ji aliyê hêzên aktîf ve erênî bê pêşwazîkirin. Ji bo ku encam ji vê beyannameyê werin girtin, dê dîplomatên Rêveberiya Xweser bi hemû aliyan re peywendiyê bikin.”

Yasir Silêman anî ziman ku hemû alî û di serî de hikumeta Şamê dikarin li ser beyannameyê nîqaş bikin.

(fr/c)

ANHA