​​​​​​​El Esed wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî pêşwazî kir

Hate ragihandin ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan gihaşt Şamê û bi serokê Sûriyeyî Beşar El Esed re civiya.

​​​​​​​El Esed wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî pêşwazî kir
18 nîsan, 2023   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku her du aliyan têkiliyên di navbera her du welatan de, dosyayên din ên siyasî yên erebî û navneteweyî nîqaş kirine.

Li gorî SANA`yê, Bin Ferhan gotiye, welatê wî bi gel û karîgeriya Sûriyeyê bawer e ku dikarin encamên şer derbas bikin û geşepêdaneke berdewam pêk bînin. Her wiha destnîşan kiriye ku welatê wî piştgiriya Sûriyeyê, yekitiya wê û ewlehiya wê, peydakirina hawîrdoreke guncew ji bo vegera penaberan dike.

Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî WAMS jî ragihand ku her du aliyan hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazekê ku yekitiya Sûriyeyê, ewlehiya wê, nasnameya wê ya erebî û xêrê ji gelê wê re peyda dike, gotubêj kirine.

Her wiha vegera Sûriyeyê li derdora erebî û ji nû ve destpêkirina rola xwe ya xwezayî di welatê ereban de, ji mijarên gotubêja her du aliyan bûn.

(şx)