​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne

Di çarçoveya çalakiyên hunerî de ku HRRK bi dirûşma “Qendîlên Rojava” li Qamişlo li dar dixe, îro şevbuhêrka çîrokan hate lidarxistin. Gelek nivîskar tev li şevbuhêrkê bûn.

​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
​​​​​​​HRRK lidarxistina çalakiyên` Qendîlên Rojava` didomîne
18 nîsan, 2023   20:18
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji destpêka Remezanê ve an ku di 23`yê Adarê de, her roj piştî fitarê çalakiyeke hunerî li dar dixe mîna şevbuhêrka helbestan, semîner û gelek çalakiyên din.

Di vê çarçoveyê de, îro li navenda HRRK`ê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê, şevbuhêrka çîrokan hate lidarxistin. Di şevbuhêrkê de, gelek nivîskarên çîrokan, rewşenbîr, nivîskar, endamên HRRE beşdar bûn.

Di destpêka çalakiyê de, nivîskar Ciwan Silo, Helîme Xelîl, Diya Skender, Taha Hisên, Amir Ferso, Ebdurehman Mihemed, Erîfe Bekir berhemên xwe xwendin.

Di çîrokan de mijarên cihereng û dewlemend li ser rewşa jiyanî, têkoşîna li dijî narkotîkê, çîrokên kesayetî ku li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dijîn, her wiha encamên erdhejê cih girtin.

Çaverê ye ku sibe HRRE çalakiyên xwe bi dayîna semînerekê bi navnîşna “Mezopotamya jêdera yekemîn a ragihandina mafên mirovan” bi dawî dike. Wê parêzer Sêvî Îzolî semînerê bi rêve bibe.

(şx)

ANHA