​​​​​​​Meclisa Sivîl a Reqayê salvegera 6`an a damezirandina xwe pîroz kir

Meclisa Sivîl a Reqayê bi boneya salvegera damezirandina meclisê ya 6`an, xwarina fitarê amade kir.

​​​​​​​Meclisa Sivîl a Reqayê salvegera 6`an a damezirandina xwe pîroz kir
18 nîsan, 2023   19:00
REQA

Bi dehan endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, rûspî, nûnerên Kombûna Jinan a Zenbûya, Meclisa Leşkerî a Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 6`an a damezirandina meclisê, li pêşiya avahiya meclisê kom bûn.

Di kombûnê e, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El Zîb axivî û got: “Bi saya şehîdan mîna Omer Elûş, Îbrahîm El Teyar û Îbrahîm El Hesen em rêya fedakariyê û avakirinê didomînin.”

El Zîb wiha domand: “Bêguman, projeya me anku Rêveberiya Xweser û destkeftiyên siyasî yên ku li ser asta navxweyî, navneteweyî, aborî û ewlehî bi dest xistine, di hevkêşeyên aloziya Sûriyeyê de cihekî girîng girtiye ku nayê paşguhkirin. Nexasim ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala hemû sûriyeyiyan kişand, ji gelekan re bû stargeheke ewle. Ev proje, bû modelek ku dikarin li herêmên din ên erdîngariya Sûriyeyê pêk were.

Di dawiyê de El Zîb spasiya damezrîner û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê kir û soza pêkanîna armancên meclisê da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, xwarina fitarê ji beşdaran re hate danîn.

(şx)

ANHA