Şêxê qebîleya El Welde daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêxê qebîleya El Wedle ya Tebqayê Hemid El Ferec anî ziman ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan israra xwe bidomînin.

Şêxê qebîleya El Welde daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
18 nîsan, 2023   23:41
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Şêxê qebîleya El Welde a Tebqayê Hamid El Ferec ji ajansa me re axivî, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wekî derqanûnî wesif kir. El Ferec got: "Tu dewleteke li cîhanê bi vê şêweyî nêzîkî girtiyan nabe. Lê dewleta Tirk di girtîgehên xwe de hemû qanûn û mîsaqan û mafên mirovan binpê dike."

El Ferec wiha domand: "Ev demeke dirêj e em banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Me ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bang li hemû deste û aliyên têkildar kir ku rêgezên edalet û mafên mirovan pêk bînin."

El Ferec anî ziman ku herî dawî bi rêya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ku tê de zêdetirî 2 milyon îmze hatibûn komkirin, ev daxwaza xwe anîne ziman.

El Ferec bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker hemû daxwazan red dike, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û zêdetirî 2 salan in nahêle ne parêzer ne jî malbat pê re hevdîtinê bikin û got: “Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember van kiryaran, hevkariya wan bi dewleta Tirk re nîşan dide.”

Hamid El Ferec bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku qanûnan bi cih bînin û got: "Dê bang û daxwazên me heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin."

(fr/c)

ANHA