Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin

Ji ber ambargoya li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şênî ji amadekariyên cejnê û xweşiya wê bê par in.

Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
Ambargo nahêle şênî amadekariyên cejnê bikin
19 nîsan, 2023   01:45
HELEB

Ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, bandoreke neyînî li tevahî qadên jiyanê kir.

Bi destpêka meha Remezanê re, ji ber ambargo û bihabûnê, kirîn û firotin lawaz bû.

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re jî amdekariyên cejnê tune ne û tu tevgera kirînê li sûkan xuya nabe.

Di salên beriya ambargoyê de, bi taybetî di rojên beriya cejnê de, sûk qerebalix dibûn.

Nûçegihanên me rewşa li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî şopand.

Welatî ji ber bihabûnê, nikarin tiştekî bikirin û destvala vedigerin malên xwe.

LI GEL AMBARGOYÊ ÊRIŞ JÎ DIDOMIN

Rewşa li Şehbayê jî ji ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne cuda ye. Lê li gel ambargoyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantonê û navçeyên Şera û Şêrawayê dewam dikin.

Welatî diyar dikin ku hewl didin pêwîstiyên cejnê bikirin da ku dilê zarokan xweş bikin.

Koçberê ji Efrînê yê bi navê Omer Şiyê got: "Rewşa me ev e. Ji 5 salan ve ambargo li ser me heye."

Omer Şiyê diyar kir ku bihabûn ne tenê di rojên cejnê de heye, lê her tim wisa ye. Her wiha destnîşan kir ku rojane ji aliyê dewleta Tirk ve êriş tên kirin.

Omer Şiyê bang li dewletên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hikumeta Şamê kir ku ambargoyê bi dawî bikin û got: "Em jî sûrî ne, cejn ji bo zarokan hêvî û kêfxweşî ye."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M9SDAa_a9xY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>