Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şehîd Muzafer Mihemed oxir kir

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD'ê Muzafer Ebas Mihemed oxir kir û soza domandina têkoşînê hera pêkanîna armancên şehîdan nû kir.

Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şehîd Muzafer Mihemed oxir kir
18 nîsan, 2023   14:10
​​​​​​​QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û endamên Kongra Star tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Muzafer Ebas Mihemed (Mîlad Tirbespiyê) bûn ku di 15'ê Nîsanê de di perwerdeyê de di qezayekê de şehîd bûbûn.

Merasîm li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê li dar ket.

Di serî de şervanê QSD'ê Cûdî Çavreş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û parastina xaka welêt da.

Piştre, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hîkmet El Hebîb bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên kurd, ereb û suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola wan di parastina destkeftiyên şoreşê û têkbirina êrişên li dijî herêmê de û bang li şêniyan kir ku li hember êrişên li dijî herêmê asta têkoşînê bilind bikin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Bi navê malbata şehîd jî, apê şehîd, Salih Mihemed soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê şehîd hat xwendin û ji bo malbata şehîd hat radestkirin.  Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(mh/şx)

ANHA