​​​​​​​Hejmara nû ya kovara Silava derket

Hejmara duyemîn a îsal a kovara Silava bi dosyaya "Jin Jiyan Azadî, Serbiwxe Azadî” derket.

​​​​​​​Hejmara nû ya kovara Silava derket
18 nîsan, 2023   12:13
NAVENDA NUÇEYAN

Kovara Silava ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve tê derxistin, bi naveroka xwe ya dewlemend bi zimanên kurdî û erebî tê belavkirin.

Di vê hejmarê de balê dikişînin ser 4’ê Nisanê (rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) û hemleya nû ya bi dirûşmeya ‘’JIN JIYAN AZADÎ SERBIXWE AZADÎ’’. Her wiha di kovarê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hene.

Di nava rûpelên kovarê de cih ji bo bîranînên gerîla, wate û girîngiya 8’ê Adarê û Newrozê jî hatiye veqetandin.

Kovara Silava sala 2014`an ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hat derxistin. Di kovarê de mijarên civakî, polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdozî cih digirin.

(c)

ANHA