​​​​​​​Li Tunisê ofîsên Nehdayê hatin girtin

Ofîsên tevgera Nehda ya Tunisê li seranserê welêt hatin girtin. Serokê Nehdayê Raşîd Xenoşî duh hatibû destgîrkirin.

​​​​​​​Li Tunisê ofîsên Nehdayê hatin girtin
18 nîsan, 2023   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Nehda ragihand ku ofîsên wê yên li seranserê Tunisê hatine girtin û kombûna li van ofîsan hatiye qedexekirin.

Piştî ku serokê tevgerê Reşîd Xenoşî hat destgîrkirin, ev tevdîr hate girtin.

Xenoşî di dawiya hefteyê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû heke îslama siyasî ya ku partiya wî jî ji nav derketiye, ji holê were rakirin, dê li ser Tunisê gefa ‘şerê navxweyî’ pêk were. Xenoşî ji ber van daxuyaniyan roja duşemê hatibû destgîrkirin.

Tevgera Nehda wek AKP’ya Tunisê jî tê binavkirin.