Rejîma Talîbanê dibistanên keçan girtin

Talîbanê dibistanên keçan ên li bajarên Qendehar û Helmandê ku rêxistinên sivîl piştgiriya wan dikin, girtin.

Rejîma Talîbanê dibistanên keçan girtin
18 nîsan, 2023   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efganistanê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de dest daniye ser desthilatê û vir ve, gelek qedexe li jinan hatin sepandin.

Hate zanîn ku Talîbanê li bajarên Qendehar û Helmand ên li başûrê welêt navend û enstîtuyên perwerdeyê yên ku rêxistinên civakên sivîl piştgiriyê didinê, girtin.

Li gorî nûçeya NûJINHA'yê herî zêde keçên ji pola 6'an jortir di saziyên perwerdeyê yên hatine girtin de perwerde didîtin. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya girêdayî Talîbanê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku biryara girtina dibistanên navborî yên li bajarên Helmand û Qendeharê di encama lêkolîna heyetê de hatiye girtin û navendên têkildar hatine agahdarkirin.

Ev her du bajar wek wargehên ku bandora Talîbanê lê zêde ye, tê zanîn. Sedema biryara girtinê nehate eşkerekirin.